• Saturday, 07 February 2026
logo

Encûmena Şêwirmendî ya Kurdên Êzidî bang li Rêveberiya Xweser kir

Gulan Media September 19, 2020 Nûçe
Encûmena Şêwirmendî ya Kurdên Êzidî bang li Rêveberiya Xweser kir
Serokê Encûmena Şêwirmendî ya Kurdên Êzidî li Almanyayê ragihand, ew bang li Rêveberiya Xweser dikin, da ku rê bidin wan derbasî kampa Holê bibin û hewl bidin wan Êzdiyên li nava kamapan rizgar bikin.

Dr. Irfan Ortac ji Rûdawê re diyar kir, ku Rêveberiya Xweser rê nade wan biçin kampê û Asayîşa Rojava jî her mehê carekê, wê tenê kesekî Êzidî rizgar bike.

Dr. Irfan Ortac dibêje, “Me hewl da em bi xwe jî biçin kampê lê rê nedan. Gotin em nikarin we biparêzin. Ev hincet ji bo me ne qanihkirî bû. Ji ber ku dever jî û biryar jî di destê wan de ye. Divê ew bersivê bidin.”

Li aliyê din Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên DAIŞê Hisên Qayîdî ji Rûdawê re ragihand, ku hemahengî di navbera wan û Mala Êzidiyan de li Rojavayê Kurdistanê tune ye û tekez kir ku wan daxwaz kiriye, peywendiya wan li gel Mala Êzidiyan bihêz bibe.

Hisên Qayîdî balikşande ser wê yekê, ku ew dixwazin ji bo zanîna çarenivîsa kesên wendayî, serdana kampa Holê bikin, lê weke pêwist, rê bi wan ne hatiye dayîn.

Heta niha ew Kurdên Êzidî yên Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014ê de hatibûn revandin , çarenivîsa 2887 kesî ji wan ku piraniya wan jin û zarok in nediyar e.

Aliyên peywendîdar ên Kurdên Êzidî û çavdêr dibêjin piraniya Êzdiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin dibe ku di nav girtiyên DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê de bin.

Rudaw
Top