Peyama Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Enfala Behdînanê: Divê dîroka tijî tawan bibe wane
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera38emîn a Enfala Behdînanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî xwest ku Hikûmeta Îraqê malbatên qurbaniyên Enfalê qerebûbike (tezmînatê bide wan) û diyar kir ku dê hewldanên wan ên ji bo naskirinaEnfalê wekî komkujî di asta navneteweyî de berdewam bikin.
Îro 38 sal di ser qonaxa dawî ya tawana Enfalê re derbas dibin ku ew jî EnfalaBehdînanê ye.
Enfala Behdînanê 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û 6ê Îlona heman salê bi dawîbû.
“Bi çekên qedexekirî êrişî xelkê sivîl kirin”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên ku rejîma wê demê ya Îraqê biçekên qedexekirî êrişî xelkê sivîl, av, ax, hewa û jîngeha devera Behdînanêkiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew di vê bîranînê de bi rêz û rûmethemû şehîd û qurbaniyên Enfala Behdînanê û hemû enfalkiriyên Kurdistanê bibîr tînin û serê xwe li ber giyanê wan ê pak ditewînin.
Daxwaza qerebûkirinê ji Bexdayê
Serokê Herêma Kurdistanê bi bîr anî ku Enfal tawaneke mezin a li dijîmirovahiyê bû û ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanên Îraqê ve wekî tawanakomkujiyê, tawana şer û tawana li dijî mirovahiyê hatiye naskirin.
Nêçîrvan Barzanî li ser vê xalê got:
"Di vê bîranînê de em daxwaza xwe ji Hikûmeta Federal a Îraqê dubare dikin daku qerebûya madî û manewî ya malbatên qurbaniyên Enfalê û hemûqurbaniyên tawanên rejîma berê yên li Herêma Kurdistanê bike.
Hevdem divê hewldanên me yên ji bo naskirina Enfalê ya li ser astanavneteweyî wekî komkujiyê berdewam bikin."
“Divê dîroka tijî tawan bibe ders”
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser dîroka tawan û wêrankirinan û got:
"Divê dîroka tijî tawan û wêrankirina rabihurî ji bo Îraqê bibe ders û îbretekeherdemî."
Wî destnîşan kir ku ev yek ji bo rêgirtina li ber dubarebûna her cure zordarî ûbinpêkirinekê pêwîst e û divê mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û hemûpêkhateyan parastî bin.
Barzanî bangî aliyên siyasî kir û tekezî li ser xurtkirina yekrêzî, wekhevî,bihevrejiyana aştiyane û bihêzkirina hevkariyê kir da ku karibin paşerojekearam û ewle ji bo gelê Kurdistanê misoger bikin.
Spasiya xelkê Hewlêrê kir
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de silav ji bo giyanê pak ê şehîdênEnfala Behdînanê û hemû şehîdên Kurdistanê şand.
Wî her wiha spasiya xelkê Hewlêrê û derdora wê kir ku di rojên dijwar ênKampa Cêjnîkanê de bi helwesteke niştimanî û mirovdostane bi hawaraqurbaniyên Behdînanê ve çûn.
Rudaw
