• Monday, 28 September 2026
logo

Erdogan: Hûn nikarin rê li ber biratiya Tirk, Kurd û Ereban bigirin

Gulan Media August 25, 2026 Nûçe
Erdogan: Hûn nikarin rê li ber biratiya Tirk, Kurd û Ereban bigirin

Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê ragihand,“Dema pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror gihîşt armanca xwe, dê li pêşiya miletê mederiyên serdemeke nû vebin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Xelatê ya parêzgehaBedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, di “Bernameya Qada Çalakiyê ya Xelatê” deaxivî.

Erdogan di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir û got:

“Dema pêvajo bigihêje armanca xwe dê bazirganên xwînê winda bikin.

Aliyên ku ji terorê sûdê werdigirin dê winda bikin.

Aliyên komkujkar ên ku dixwazin herêma me bixin nava bêîstiqrarî û aloziyê, dêwinda bikin.

Dê çepera mirovahiyê û biratiyê qezenc bike, dê aştî û aramî serdest bin.

Yê serkeftî dê bi 86 milyon welatiyên xwe ve miletê Tirk be.”

Erdogan diyar kir ku hinek alî ji bo ku pêvajo neçe serî lîstikan dikin û ew wanaliyan baş nas dikin.

“Hûn nikarin me ji rêya me vegerînin”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wiha li pey çû:

“Li gel biratiya me, dê aboriya me jî bihêztir bibe.

Li gel xweşguzeraniyê dê berxwedana çepera navxwe jî bihêztir bibe.

Di serî de Sûriye û Îraq, cîranên me yên nêzîk dê bigihêjin aramiyê ku salêndirêj e li hêviya wê ne.

Li gel Tirkiyeyê û miletê Tirk, dê hemû gelên bira yên li erdnîgariya me qezencbikin.

Em dizanin kî ji vê rewşê aciz e û kî bi fikar e.

Ez ji wan re dibêjim, hûn çi dikin, bikin lê hûn nikarin me ji rêya me vegerînin.

Hûn nikarin rê li ber me bigirin ku em wekî Tirk, Kurd û Ereban bi birayane hevhembêz bikin.

Em dizanin hûn kîjan hesaban dikin, em baş dizanin ku hûn çi lîstikan dikin.”

 

Rudaw

Top