• Monday, 28 September 2026
logo

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera Enfala Badînanê de

Gulan Media August 25, 2026 Nûçe
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera Enfala Badînanê de

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Îro 25ê Tebaxa 2026an, peyamek derbarê Enfala Badînanê de belav kir û ragihand: "Îro di 38emîn salvegera operasyonên bednav ên Enfala Behdînanê de, em bi rêz û hurmet qurbaniyên wê jenosîdê bibîr tînin. Divê hikûmeta federal qerebûya kesûkarên hemû qurbaniyan bike, em jî pabend in bi xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan."

Dengê peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Îro di sî û heştemîn salvegera operasyonên bednav ên Enfala Badînanê de, em bi rêz û rûmet hemû qurbaniyên wê tawana hov bibîr tînin ku di qonaxa dawî ya vê operasyona hovane û jenosîdê de, rejîma berê ya Iraqê bi hezaran mirovên bêguneh ji pêkhateyên cuda yên devera Behdînanê şehîd û bêserûşûn kirin. Herwiha bi sedan gund û zozan wêran kirin ku di encamê de dehhezaran kes aware û derbeder bûn.

Di vê yada xemgîn de, em careke din tekez dikin ku divê Hikûmeta Federal a Iraqê qerebûya hemû kesûkarên qurbaniyên tawana jenosîda Enfalê, kîmyabaranê û hemû qurbaniyên destê rejîma berê bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wek her dem, pabendbûna xwe bi xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan dûpat dike.

Silav li giyanê pak ê qurbaniyên jenosîda Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
25.08.2026

Top