• Monday, 28 September 2026
logo

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Ehmed Şer re civiyan

Gulan Media August 25, 2026 Nûçe
Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Ehmed Şer re civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ÎlhamEhmedê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyan

 Mezlûm Ebdî û Îlham Emed doh êvarî li Şamê bi Wezîrê Karên Derve EsedŞeybanî re civiyabûn.

Ev gelekî girîng e ji ber ku di nav mehekê de ev cara duyem e ku Ebdî û Şer rûbi rû hevdîtin dikin.

Tevlîbûna leşkerî

Li gorî zanyariyan, xala herî krîtîk a civînan tevlîbûna HSDyê ya nav artêşaSûriyeyê ye.

Mezlûm Ebdî rojên borî daxuyaniyeke taybet dabû Rûdawê.

Ebdî eşkere kiribû ku HSD dê di bin banê artêşa Sûriyeyê de wekî lîwayênxwecihî ji nû ve were organîzekirin.

Li gorî vê yekê, tê pêşbînîkirin ku lîwayên Hisîça (Hesekê), Qamişlo, Dêrik ûKobaniyê werin avakirin.

Her wiha tê plankirin ku lîwayeke ji ciwanên Efrînî pêk tê jî were avakirin.

Di perwerdeyê de daxwaza zimanê fermî

Yek ji xalên girîng ên civînan jî dosyeya perwerdeyê ye.

Aliyê Kurdan daxwaz dike ku mufredata Kurdî ya ku ev 15 sal in li RojavayêKurdistanê tê bicihkirin bi fermî were naskirin û Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Li aliyê din, tê destnîşankirin ku rêveberiya Şamê pêşniyar kiriye ku Kurdî wekî"derseke bijarte" were pêşkêşkirin.

Îlham Ehmedê beriya serdana Şamê tekez kiribû ku perwerdeya bi zimanêdayîkê mafekî bingehîn e û nabe bibe mijara bazarê.

Wê her wiha destnîşan kiribû ku ew dixwazin ev yek di destûra Sûriyeyê de bigarantiyeke qanûnî were parastin.

Saziyên îdarî û dadî bi Şamê re dibin yek

Di qada siyasî û îdarî de jî gavên berbiçav dest pê kir.

Tevlîbûna meclisên jinan û yekîneyên birêveberiyên xwecihî yên li herêmaCizîrê bi Wezareta Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê re bi rêjeyeke mezin temambû.

Her wiha tê çaverêkirin ku dosyeyên dadî yên li herêmê werin yekkirin ûavahiyên dadgehan destpêka meha Îlonê bi fermî dest bi xizmetê bikin.

Îdia: Îlham Ehmedê post red kiriye

Tê pêşbînîkirin ku di civînan de mijara dayîna postên bilind ên dewletê ji boserkirdeyên Rêveberiya Xweser û HSDyê jî were rojevê.

Tê îdiakirin ku postên wekî Alîkarê Serokkomar an jî Alîkarê Wezîrê Karên Derveji Îlham Ehmedê re hatine pêşniyarkirin.

Lê tê gotin ku Ehmedê ev pêşniyar bi şerta "statuya destûrî ya Kurdan" vegirêdane û li şûna "kursiyekî şexsî" statuyê tercîh dike, lewma jî hîn ev daxwazqebûl nekiriye.

 

Rudaw

Top