• Monday, 28 September 2026
logo

Serok Barzanî di salvegera Enfala Behdînanê de peyamek belav kir

Gulan Media August 25, 2026 Nûçe
Serok Barzanî di salvegera Enfala Behdînanê de peyamek belav kir

Serok Barzanî di salvegera Enfala Behdînanê de ragihand,"Erkê ser milê dewleta Îraqê ye ku tezmînata hemû wan tawan û binpêkariyên lidijî gelê Kurdistanê hatine kirin bide."

Îro 38 sal di ser qonaxa dawî ya tawana Enfalê re derbas dibin ku ew jî Enfala Behdînanê ye.

Enfala Behdînanê 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û 6ê Îlona heman salê bi dawî bû.

Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de got:

"Di berdewamiya rêze tawanên rejîma berê ya Îraqê yên di sedsala 20an de, ji25ê Tebaxa 1988an heta 6ê Îlona 1988an rejîma Îraqê pêngaveke nemirovaneli beşeke zêde ya dever û gundên devera serbilind a Behdînanê bi rê ve bir.

Di wê planê de tawana kîmyabaran, girtin, kuştin, koçberkirina bi zorê ûenfalkirina welatiyên bêtawan ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Îraqê ve hatbicihanîn.

Di encama wê tawana nemirovane de bi hezaran welatiyên Kurdistanê hatinkuştin, windakirin û koçberkirin û bi sedan gund jî hatin xerakirin û wêrankirin."

Îradeya polayî bi ser ket

Serok Barzanî her wiha diyar kir:

"Armanca sereke ya rejîmê ji wê tawana mezin guhertina demografiyaKurdistanê, bicihkirina siyaseta erda şewitî û şikandina îradeya gelê Kurdistanêbû.

Lê îradeya polayî ya gelê Kurdistanê ya ji bo mayîn û azadîxwaziyê bi ser ket ûew dijmin û tawanbar bûn ku rûxiyan û bûn gotinên rojên borî."

Serok Barzanî destnîşan kir:

"Di salvegera 38emîn a tawana Enfala Behdînanê de em hezar silavî ji bogiyanê pak ê şehîdên Enfala Behdînan, Germiyan û Barzanê û tevahiya şehîdênrêya azadiya Kurdistanê dişînin.

Di vê bibîranîna diltezîn de em radigihînin ku erkê ser milê dewleta Îraqê ye kutezmînata hemû wan tawan û binpêkariyên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirinbide."

 

Rudaw

Top