• Saturday, 07 February 2026
logo

Muqteda Sedir huşdarî dide

Gulan Media September 19, 2020 Nûçe
Muqteda Sedir huşdarî dide
dibêje êrîş kirine ser dîplomatan Îraq dixe nava rewşeke metirsîdar.
Dibêje nabe Îraq bikeve nava toneleke reş de.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir derbarê rewşa Îraqê û êrîşên ku bi ser dîplomatên biyanî tê kirin, li ser hesabê xwe yê li Twitterê peyamek nivîsandiye.

Sedir di peyama xwe de nivîsandiye; Êrîşên ku bo ser diplomat û nunerên biyanî li Îraqê tênkirin, dibin sedema aloztir bûna rewşa Îraqê û Îraq dixin nava rewş û toneleke tarîk de.

Sedir ew yek diyar kiriye ku nabe bi ti awayî êrîşî ser dîplomatan were kirin jiber ku em dikarin bi rêya dîplomatan dawî bi dagîrkeriya Îraqê bînin.
Top