• Monday, 28 September 2026
logo

Dê çarenûsa koçberên Şehbayê çi be?

Gulan Media August 24, 2026 Nûçe
Dê çarenûsa koçberên Şehbayê çi be?

Li Qamişlo, Kobanê û Hesekê hezar û 350 malbatên ji Şehbayê ku di navbera 2013-2018-2024’an de ji Şehbayê koçber bûne dimînin. 

Ji vana malbat 700 li bajarê Qamişloyê, 300 li Hesekê û 350 li Kobanê, Amûdê û Dêrikê dimînin.  

Ji 700 malbatên li Qamişloyê 210 malbat li 17 dibistanan bicih bûne.

 

Gerînendeya Perwerdeyê û Meclîsa Gel a Bajarê Qamişloyê dixwazin ji bo sala nû ya xwendinê koçberan ji dibistanan derbixin.

Li gorî agahiyên me ji Meclîsa Gel a Qamişloyê û Gerînendeya Perwerdeyê girtiye, di meha dawî de çend caran agahî dane Meclisa Sivîl a Şehbayê ku cihehê din ji bo koçberan bibînin û dibistanan vala bikin. Ev demek bû ji ber koçberan hinek dibistan girtî bûn û niha malbatên şagirtan dixwazin dibistan vala bibin û şagirt bikarin bixwînin.

Meclîsa Sivîl a Şehbayê jî diyar dike ku ew nikarin cihek din ji koçberan re bibînin û dixwazin vegerin Şehbayê. Lê dewleta Tirk piraniya çekdarên xwe (Emşat, Hemzat û Sultan Murad) li Şehbayê bi cih kirine. Ev çekdar bi keyfî tev digerin, kengî dixwazin ciwanan digirin û êrişî gel dikin. Baweriya gel bi çekdaran tune ye. Lewma gel nikare vegere warê xwe. Koçber dixwazin hêza wan Eniya Kurd (Cebhet Elkrad) ewlehiya wan biparêz e.

Îro di demjimêr nêzî 10.00’an de dîsa Meclîsa Gel a Qamişloyê heta 24 demjimêr dane koçberan ku dibistanan vala bikin.

Meclîsa Sivîl a Şehbayê jî dibêje ew nikarin koçberan derbixin.

Heta niha tu çareserî nehatiye dîtin, hem Meclîsa Gel a Qamişloyê, Meclîsa Sivîl a Şehbayê, koçber û Gerînendeya Perwerdeyê li benda çareseriyekê ne.

 

ANHA

 

Top