Tom Barrack têkildarî girên Colanê gotinên xwe paşde kişandin
Gotinên Tom Barrack yên li ser Girê Colanê bûne belaya serê wî.
Barrack yê Îsraîl li Girên Colanê bi dagirkerî binav kirî, paşde gav avêt.
Vê carê got, polîtîkaya DYA ya ji bo Colanê 2019’an ji aliyê Trump ve hatiye diyarkirin.
Û ev hîna jî ne hatiye guhertin.
Her wiha xwest bêje gotinên wî şaş hatiye famkirin.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûrî Tom Barrack gotinên xwe yên têkildarî Girên Colanê paşde kişandin.
Tom Barrack diyar kiribû ku Girên Colanê xaka Sûrî ye û Îsraîl li wir dagirker e.
Ji ber ku ev gotin ne li gorî polîtîkaya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trump bû, li Waşîntonê bû sedema nerazîbûnan.
Barrack roja Înê gotibû hebûna Îsraîlê li Golanê ne li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî ne û dagirkerî ye.
Wî Roja Yekşemê ji çapemeniya Amerîka re axivî û got:
“Min xwest statuya dîrokî ya herêmê pênase bikim.
Ne ku piştgiriya helwesta NY ya ji bo Colanê dikim.”
Barrack bi bîr xist ku polîtîkaya Amerîka ya ji bo Colanê di 2019’an de ji aliyê Trump ve hatiye diyarkirin û neguheriye.
Di axaftina xwe de anî ziman ku dema wî behsa Girên Colanê kirî armanc jê hebûna Îsraîlê ya li başûrê Libnanê ye.
Barrack ‘Dijberî Îsraîl e’: ‘Îsraîl nema agahiyan pê re parve dike’
Bi taybet piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî Balafirgeha Ebû Zihûr a li Idlibê, daxuyaniyên Tom Barrack ên ku Îsraîlê rexne dike û pesnê Tirkiyê dide li Til Evîvê bû sedema nerazîbûnên mezin.
Li gorî rojnameya Maarîv a ku li Îsraîlê weşanê dike, çavkaniyeke siyasî ya payebilind a Îsraîlê gotiye Îsraîl ji Barrack aciz e.
Ji ber ku wî êrîşa Îsraîlê şermezar kiriye û xwestiye Tirkiye tevlî mijara Xezayê bê kirin.
Her wiha li gorî îdiayan ji ber dijberiya Barrack ya li hember Îsraîlê êdî biryar hatiye girtin ku nema îstixbarat û agahî pê re werin parvekirin.
Her wiha çavkaniyê diyar kir ku xeta ku Barrack dişopîne li Îsraîlê rê li ber fikaran vedike.
Berê jî li Îsraîlê hatibû diyarkirin ku Barrack li gorî pêdiviyên ewlekariyê yên Îsraîlê tevnagere, heta bi zimanekî dijminane diaxive.
Heta hatibû îdîakirin ku Netanyahû wî wekî “hêmanekî dijminane” pênase dike.
Ronahi.tv
