Hevseroka KCDê Leyla Guven hat berdan
Hevseroka KCDê Leyla Guven, îro li parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê li gel dayika aşîtiyê ya bi navê Fatma Turan ji aliyê polîsên ser bi Rêveberiya Ewlehiyê ya wî bajarî ve hatibû desteserkirin.
Leyla Guven piştî karûbarên li navenda polîs bo edliyê hatibû şandin. Li gor zanyariyan li edliyê îfadeya Guven hat wergirtin û piştî wê biryar hat dayîn ku bê berdan.
Li gor çavkaniyên xwecihî Guven bi tohmeta ku, duh di destpêkirina kampaniya rêxistina jinê TJA ya bi navê "Em xwe diparêzin" axiviye hatibû desteserkirin.
Li gor zanyariyan dayika aştiyê ya bi navê Fatma Duran jî sewqî edliyê hatiye kirin, bi hinceta ku heqaret li Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan kiriye.
Rudaw
