• Saturday, 07 February 2026
logo

Qesra Spî: 5 welatên din dixwazin bi Îsraîlê re pêwendiyên xwe asayî bikin

Gulan Media September 18, 2020 Nûçe
Qesra Spî: 5 welatên din dixwazin bi Îsraîlê re pêwendiyên xwe asayî bikin
Li gor Qesra Spî, 3 welatên Rojhilata Navîn û li gel 2 welatên din dixwazin pêwendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî bikin.

Mark Meadows ku pênusê taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump e ragehand, dema ku Trump ji bo helmeta helbijartinê li eyaleta Wisconsin li gel çapemeniyê axaftiye ragehandiye, peyvendiyên Îsraîl û Mîrgehên erebî û Behreynê ku li ser asayî kirina peyvendiyan peyman pêkanîn pir giringe û li gel wê jî 5 welatên din jî dixwazin li gel Îsraîlê peyvendiyên xwe bi awayekî cîdî asayî bikin. Ew 5 welat jî 3 ji wan ji herêmê bixwe ne, 2 welat jî derveyî herêmê ne.

Meadows navê wan welatan neda.

Meadows got, Trump ji bo civîna Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) ku dê gotarekî di Civata Giştî de pêşkeş bike, lê ji bo wê civînê naçe New Yorkê û dê li Washingtonê bimîne û ji Qesra Spî axaftina xwe bike.

Basnews
Top