Îsraîl û Tirkiyê ji bo pêşîlêgirtina şer li Sûriyê danûstandinên veşartî dikin
Çavkaniyeke leşkerî ya Îsraîlê eşkere kir ku piştî êrişa dawî ya Îsraîlê li ser baregeha hewayî ya Ebû El Duhur li Sûriyê, kanalên ragihandinê yên veşartî di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de hatine vekirin.
Kanala 2 ya Îsraîlê ji çavkaniyek leşkerî ya Îsraîlê îşaret bi wê yekê kir ku Îsraîl “naxwaze Tirkiyeyê bike dijmin”, û diyar kir ku di navbera her du aliyan de “kanalên veşartî “ên danûstandinan hatine vekirin.
Çavkaniyê diyar kir ku Îsraîl “neçar e ku tevbigerin” dema ku ev peyam bêbandor derkevin û îşaret bi îhtîmala êrişên din kir.
Li gorî çavkaniyê, Îsraîlê xetên sor di derbarê her hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyeyê de, nemaze bicihkirina pergalên parastina hewayî, dron û mûşekan, danîne.
Roja Sêşema bûrî, Îsraîlê êrişên hewayî li ser baregeha hewayî ya Ebû El Duhur da destpêkirin û got ku ew hebûna leşkerî ya Tirkiyê li nêzîkî sînorên xwe nepejirîne.
Ronahi.tv
