• Wednesday, 19 August 2026
logo

Bahreyn êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike

Gulan Media August 19, 2026 Nûçe
Bahreyn êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike

Wezareta Derve ya Behreynê êrîşa bi dronan a Iranê li ser Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî wekî binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdewletî û prensîbên guhdana cîrantiya baş bi nav kir, herwesa piştevaniya xwe ya temam ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêxemetî parastina serweriya axa wan tekez kir.

Wezareta Derve ya Behreynê îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de êrîşa bi dronan a Iranê ya li ser Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî û cihê xwecihbûnê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Behreynê destnîşan jî kir ku ev êrîş pêşveçûnên xeter in, ku gefê li ewlehî û aramiya deverê dikin. Her wiha ev êrîş wekî binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdewletî, peymana Neteweyên Yekbûyî û prensîbên cîrantiya baş tên hejmartin.

Wezareta navborî hevxemî û piştgiriya xwe ya tam ji bo Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, û piştgiriya xwe nîşan da ji bo her pêngaveka ku bibe sedema parastina serweriya Iraqê, yekparçeyiya axa wê, û parastina ewlehî û aramiya li Herêma Kurdistanê, bi awayekî ku bibe alîkar bo kêmkirina aloziyan û çespandina aştiyê li deverê.

Ev jî di demekê de ye ku serê sibeha duhî Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, du dronên bombekirî yên Hedîd-110 ji aliyê sînorê welatê Iranê ve ber bi bingeha Nivîsîngeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê man û bêhnvedana Rêveberê Ajansa Parastinê li bajarkê Pîrmamê yê parêzgeha Hewlêrê hatibûn arastekirin.

 

K24

Top