• Sunday, 23 August 2026
logo

Muhsîn Rezayî: Em dê nehêlin dilopek petrol jî ji kendavê derkeve

Gulan Media August 23, 2026 Nûçe
Muhsîn Rezayî: Em dê nehêlin dilopek petrol jî ji kendavê derkeve

Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê hişyariyeke tund da Amerîka û welatên herêmê û got:
Heta Amerîka venegere ser sozên xwe, Tengava Hurmizê dê girtî bimîne.
Muhsîn Rezayî di hevpeyvîneke televîzyonî de li ser pêşhatên siyasî û leşkerî yên dawî yên li herêmê axivî.

Rezaî got, ew ê yên piştgirî didin pêkanînên DYE’yê hedef bigirin.

Rezaî destnîşan kir ku şervanên Îranî ji bo operasyonê amade ne û hişyarî da:

Eger DYE şerekî aborî bide destpêkirin, ‘yek dilop petrol ji Kendavê dernakeve.

Her wekî bang li welatên cîran kir ku li dijî Îranê nekevin nava şerekî aboriyê û got:

Ew ê welatên ku tevlî şerekî wiha bibin, dê weke “dewleta dijmin” qebûl bikin.

Tehran wê destpêkê bi welatên cîran ên ku alîkarî nadin DYE’yê re muzakere bike.

Rezaî hişyarî da DYE’yê ku hêzên zêde neşîne û îfade kir ku eger hêz bên şandin, wê bên hedefgirtin.

Her wiha destnîşan kir ku ew ê civînên DYE’yê yên bi dijminên Îranê re jî hedef bigirin.

Rezaî ragihand ku Kendava Hurmuzê tevî îdîayên DYE’yê hîna girtî ye û got:

“Heta ku DYE liv û tevgera xwe sererast neke, nayê vekirin.

DYE divê vê carê ewilî berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”

 

Ronahi.tv

Top