• Wednesday, 19 August 2026
logo

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gihişt Bexdayê

Gulan Media August 19, 2026 Nûçe
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gihişt Bexdayê

Serokê Parlamentoya Îranê Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf gihişt Bexdayê.
Tê payîn ku Qalîbaf bi rayedarên Iraqê re bicive.
Medyaya Iraqê derbarê gihîştina serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf a ji bo Iraqê û hevdîtinên wî yên li gel berpirsên Iraqê, agahî parve kirin.

Li gorî medya Iraqê Qalîbaf gihiştiye Bexdayê û ji aliyê Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Ednan Feyhan ve hatiye pêşwazîkirin.

Qalîbaf piştî gihişt Bexdayê got:

Iraq dewletek giring ya herêmê ye, serdana me ya Iraqê ji bo nîqaşkirina hevkariya navbera welatên herêmî bêy destwerdana derekî ye.

Li gorî heman çavkaniyan wê Qalîbaf destpêkê bi serokê parlamentoya Iraqê re bicive.

Piştre jî bi serokên fraksiyonên di nav parlamentoya Iraqê de bicive.

Tê gotin piştî hevdîtinên li parlamentoyê, wê Qalîbaf bi serokwezîr, serokkomar û serkirdeyên din yên siyasî yên Iraqê re hevdîtinan bike.

 

Ronahi

Top