• Saturday, 07 February 2026
logo

Elî Heme Salih: Hejmarek desthilatdar 120 doniman li Sîlêmaniyê bi awayê neyasayî dikin pêşangeha otomobîlan

Gulan Media September 17, 2020 Nûçe
Elî Heme Salih: Hejmarek desthilatdar 120 doniman li Sîlêmaniyê bi awayê neyasayî dikin pêşangeha otomobîlan
Endamê fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê daxwaz dike rê neyê dayîn bo hewldana hejmarek desthilatdarên li Silêmaniyê, ku dixwazin 120 donimên erdê Silêmaniyê bişewitînin û bi awayê neyasayî bikin pêşangeha otomobîlan.

Endamê fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih di tora xwe ya civakî facebookê de daxwazek bi sernivîsa ‘’Ew kesên ku di xema xelkê Silêmaniyê de ne’’ belav kir û behsa wê yekê kir ku bajarê Silêmaniyê ne layîqe bi wî awayî danûstandin li gel bê kirin.’’

Herwaha ragehand: ‘’Du mehe bo her çi berpirs û desthildar heye min gotiye, tîkaye rê lê bigrin. Hejmarek desthilatdaran plan daniye bo şewitandina erdên derdora Raperîn û Tasluce.’’

Herwaha got, plan bi awayeke ku bi şev bi dizî ve çi tiştê ku heye bişewitînin û piştre nêzîkî 120 donimên erd bikin pêşangeha otomobîlan û 100 milyon dolar qazanc bikin.’’

Li gor gotinên Elî Heme Salih desthilatdarên Silêmaniyê plana wan heye bi rêya şaredariya Silêmaniyê ve rêpêdana demkî wergirin. Ji ber wê jî daxwaz kir rê li wî tewan û dagirkeriyê bê girtin.

Basnews
Top