• Saturday, 07 February 2026
logo

Hevseroka KCDê Leyla Guven hat desteserkirin

Gulan Media September 17, 2020 Nûçe
Hevseroka KCDê Leyla Guven hat desteserkirin
Hevseroka Kongreya Civaka Demorkatîk (KCD) Leyla Guven li Colemêrgê hat desteserkirin û bo edliyê hat veguhastin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Îro Pênşemê, li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Hevseroka KCDê Leyla Guven, tevî dayika aşîtiyê ya bi navê Fatma Turan ji aliyê polîsên ser bi Rêveberiya Ewlehiyê yaw î bajarî ve hatin binçavkirin.

Li gor heman çavkaniyan, Guven bi tohmeta ku, duh di starta destpêkirina kampaniya rêxistina jinê TJA ya bi navê "Em xwe diparêzin" axifiye hatiye binçavkirin.

Li gor zanyariyan dayika navborî jî, bi hinceta ku heqaret li Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan kiriye hatiye binçavkirin.

Guven û dayika navborî piştî kar û barên li Rêveberiya Ewlehiyê bo Edliyeyê hatine veguhestin.

Rudaw
Top