• Sunday, 08 February 2026
logo

Cenazeyên malbata Kurd li Silêmaniyê hatin veşartin

Gulan Media September 17, 2020 Nûçe
Cenazeyên malbata Kurd li Silêmaniyê hatin veşartin
Cenazeyên malbata Kurd ku li Bexdayê hatibûn kuştin bo Silêmaniyê hatin vegerandin û bi xakê hatin spartin.

Cenazeyên endamên wê malbata Kurd ku li Bexdayê hatibûn kuştin sibeha îro vegerandin Silêmanyê û piştî ku li Mizgefta Ehe Sor hatin şûştin li goristana Seywan 1 bi xakê hatin spartin.

Mihemed Qadir, kurê xwîşka wî kesê hatiye kuştin daxuyakirin ku li gorî raporta destpêkê ti destdirêjiyek li ser wan nehatiye kirin û bûyer tenê bi mebesta diziyê bûye.

Malbata wan kesên hatine kuştin spasiya hêzên ewlekariyê kirin ku ew tawankar girtine û got wan doz tomar kirye û li bendê ne ku heta encama wan lêkolînan tê aşkerekirin.

Malbateke Kurd li taxa Mensûr a Bexdayê ji aliyê hejmarek çekdarên rû nixûmandî ve hatine komkujkirin, berî niha hatibû gotin ku destdirêjiya seksê li keça wê malbatê hatiye kirin û dest û piyên wê hatine birîn, babê wê jî hatiye serjêkirin.

Lêbelê kesûkarên wê malbatê red kirin ku destdirêjiya seksî li wê keçê hatibe kirin û ser an jî dest û lingên endamên wê malbatê hatibin birîn.

Peyamnêrê Rûdawê li ber deriyê wê malbara Kurd ragihandibû ku bûyer şeva 15ê vê mehê demjimêr 23.00 çê bûye û ewên ku êrîşî malbatê kirine, li ser navê hêzên emnî çûne ser malê û piştre tevahiya endamên malbatê kuştine.

Bûyer li taxa Menûsr ku dikeve rojavayê Bexdayê çê bûye û ew malbata Kurd di apartmanekê de jiyane, ku ew der nêzîkî baregeha Balyozxaneya Rûsyayê ye.

Bikujê wê malbata Kurd ê bi navê Mehdî Hisên Nasir Meter, duh ji aliyê Asayişa Kurdistanê ve li Hewlêrê hatibû girtin.

Li gor vîdyoya îtîrafên wî ku Asayişa Herêma Kurdistanê belav kiriye, ew kes derbarê bûyerê de dibêje, wî berî çar salan ew malbata Kurd li Bexdayê nas kiriye û du roj berî bûyerê daxwaza pere li bavê Dr. Şîlan, Dara Reûf kiriye lê wî pere deyn nedaye û li ser wê yekê di navbera wan de alozî çê bûye, lewma paşê bi kêrê wî bavê Şîlanê kuştiye, piştre jî dayika wê kuştiye, herî dawî jî balîfek daniye ser serê Dr. Şîlanê û ew jî kuştiye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê duh şev di peyamekê de ragihandibû, ku tawanbarê serekî yê wê tawana hovane hatiye girtin.

Bikujê hersê welatiyên Kurd piştî ku li Hewlêrê ji aliyê hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê ve hat girtin û li tawana xwe mikur hat, radestî hêzên ewlehiyê yên Bexdayê hat kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî ji ber alîkarîkirina hêzên federalî û girtina bikujê wê malbata Kurd ku li navçeya Mensûr a Bexdayê hatin kuştin, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê kir.

Rudaw
Top