• Saturday, 07 February 2026
logo

Çavuşoglu: Tirkiye mafdar be jî Almanya dê Yunanê vebijêr e

Gulan Media September 17, 2020 Nûçe
Çavuşoglu: Tirkiye mafdar be jî Almanya dê Yunanê vebijêr e
Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, “Her çiqas Almanya me mafdar bibîne jî lê dema neçar bibe dê Yunanê vebijêr e.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di dema beşdariya xwe di bernameyeke televîzyonek Tirkiyê de behsa aloziyên li gel Yunanê li rojhilatê Derya Spî û hewlên Almanya, helwesta Fransa û dawîn pêşhatên li wê herêmê kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir ku aliyê Yunanê van rojên dawîn peyamên erênî dibe lê got jî, “lê Yunan hîn jî li ser helwesta xwe ya maksîmalîst berdewam e.”

Çavuşoglu ragihand ku ew amade ne ji bo danûstandinên bê merc û da zanîn, ew dixwazin hemû pirsgirêkên lim gel Yunanê wek yek paket hevdîtin li ser bên kirin û bên çareserkirin.

Derbarê vekişandina keştiya Oruç Reîs a ji rojhilatê Derya Spî bo Bendera Antalyayê ku li wê navçeyê xebatên lêgerîna enerjiyê bi rêve dibirin, Çavuşoglu careke din îddîa kir ku vegera wê keştiyê rutîn e û “divê Yunan vê yekê wek fersend bikar bîne.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê danûstandinên li gel Yunanê jî diyar kir ku di asta şêwirmendan de peywendî û hevdîtinên wan hene.

Mevlut Çavuşoglu li ser hewlên navbeynkariyê jî got ku Almanya ciddîtir û objektîftir e û lê ragihand, “Em çiqas mafdar bin jî eger Almanya di navbera Tirkiye û Yunanê de yekê hilbijêr e dê Yunanê vebijêr e.”

Derbarê helwesta Fransayê de jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, “Fransa dixwaze pêşengtiya Yekîtiya Ewropa û Rojhilata Navîn bike. Di her mijarê de bo xwe rolekê dibîne.”Çavuşoglu îddîa jî kir, “Fransa dixwaze bi zêdekirina aloziyan çekan bifiroşe. Li Lîbyayê jî wisa ye.”

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî li ser civîna şandên leşkerî yên Tirkiye û Yunanê daxuyanî da û ragihand ku civîna teknîk a di navbera herdu şandan de bi dawî hat.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya tê plankirin ku şandên herdu aliyan hefteya bê jî civînekê encam bidin.

Şandên herdu welatan hefteya derbasbûyî li Biryargeha NATOyê civiya bûn û tevî redkirina civîneke bi vî rengî ji aliyê Yunanê ve, Tirkiyê aşkere kiribû ku di civînê de gotûbêj li ser tedbîrên rêlibergirtina destwerdanên hat kirin.

Rudaw
Top