• Saturday, 07 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser pêşwazî li raporta Netewên Yekbûyî kir

Gulan Media September 17, 2020 Nûçe
Rêveberiya Xweser pêşwazî li raporta Netewên Yekbûyî kir
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê pêşwaziyê li raporta Komîteya Lêkolînan ya Netewên Yekbûyî ya derbarê tawanên çekdaran li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê kir û daxwaz kir ew çekdar li dadgehên navdewletî bêne darizandin.

Rêveberiya Xweser daxwaz ji komîteyên yasasyî û dezgehên Netewên Yekbûyî kir hewl bidin dekomêntên zêdetir kom bikin.

Herwiha Rêveberiya Xweser aşkere kir, çekdaran jenosîd pêk anîne û ew li ser kiryarên kuştin, revandin û talankirinê berdewam in.

Rêveberiya Xweser tekez kir, ku Tirkiyê ji kiryarên van çekdaran berpirsyar e.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî jî li hejmara xwe ya Twitterê derbarê raporta Komîteya Serbixwe ya Lêpirsînê ya Navdewletî peyamek belav kir û pêşwazî li wê raportê kir.

Mezlûm Kobanî got, ku ew raport beşek biçûk ya tawanên şer ên çekdarên girêdayî Tirkiyê ye ku li ser “gelê me li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî bi serperestiya siyasî ya Tirkiyê pêkanîne.”

Fermandarê Giştî yê HSDê da zanîn, divê civaka navdewletî, bi awayekî cidî hesap ji aliyên berpirsiyar di ber tawanê şer de bixwaze û wan dadgeh bike.

Herwiha Kobanî destnîşan kir ku di beşa girêdayî hêzên wan de, paşguhkirineke bê sedem ji rastiya ku doza Kampa Hola bi girêge û xwedî bandoreke navdewletî heye.

Mezlûm Kobanî dibêje, “Piraniya 84 dewletan qebûl nakin welatiyên xwe yên ji niştecihên kampê pêşwazî bikin. Rêxixitinên navneteweyî rola xwe tenê bi şandina hin alîkariyên mirovî bi sînor kiriye.”

Mezlûm Kobanî li gel vê yekê, tekez dike ku, wan derbarê bûyerên ku di raportê de hêzên wan li ser tên tawanbarkirin dest bi lêpirsînê kirine.

Rudaw
Top