Berhem Salih: Nabe qeyûm Kerkûkê birêve bibe
Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro, 17.09.2020, pêşwazî li hejmareke kesayet û serok eşîrên herêma Kerkûkê kir ji Kurd, Ereb û pêkhateyên din pêk dihat.
Serokomariya Iraqê derbarê wê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Berhem Salih di civînê de amaje bi çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê li ser bingeha destûrê û di navbera pêkhateyên resen ên parêzgehê.
Serokomarê Iraqê ji şanda Kerkûkê re ragihand, “Guftugoyên ciddî di navbera pêkhateyên bajar (Kerkûk) de heye bo ku bigihijin bi çareserkirineke Kerkûkî ya pişta xwe bi destûrê girêdayî, bi corek seqamgirî û pêkvejiyana aştiyane bo Kerkûkiyan desteber bike dûr ji qeyûm û siyaseta xwesepandinê.”
Herwiha Berhem Salih daxwaz kir, biryara Kerkûkê bi destê xelkê wê bi xwe be ku selmandiye “birayên hev in û ji hev gelek hez dikin.”
Di daxuyaniya Serokomariya Iraqê de hatiye gotin, Berhem Salih ragihandiye, ji nêzîk ve pêdaçûnê dike bi pirsgirêkên parêzgeha Kerkûkê û amaje bi wê kiriye ku hikûmeta Mistefa Kazimî gelek ciddî ye pirsgirîkîn paşxistî yên Kerkûkê bên çareserkirin.
Derbarê wê yekê de ku Kerkûk parêzgeheke berhemhêna petrolê ye, Berhem Salih diyar ki divê samana wê petrolê bê bercestekirin bo wan xizmetguzariyên pêşkêşî xelkê parêzgehê tên kirin.
Rudaw
