• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokwezîr li gel nunera Sekreterê NY civiya

Gulan Media September 16, 2020 Nûçe
Serokwezîr li gel nunera Sekreterê NY civiya
dibêje lazime kêşeyên heyî li ser esasê destûrê werin çareserkirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsand;

Îro sêşem 15 Îlona 2020an me pêşwaziya nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de me derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraqê, têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kir. Me balkêşande ser dom kirina giftûgoyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û tekez li ser çareser kirina bingehîn ya kêşeyan li ser esasê destûra Îraqê û di çarçoveya parastina pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê û li ber çav girtina berejwendiyên welatiyên Îraqê kir.

Mekanîzma hilbijartinên pêş yên Îraqê û afirandina derfetê bo vegera awareyên ku li herêma Kurdistanê ne bo cîhên xwe mijarên din yên giftûgoyên me bûn.

Top