Trump: Min xwest Beşar Esed bikujim lê Mattis nehişt
Di hevdîtineke televîziyonî de Donald Trump ragihand ku wî xwestiye sala 2017ê fermana kuştina Beşar Esed derxîne, lê wezîrê berevaniyê yê wê demê yê Amerîakyê James Mattis nehiştiye.
Di bersiva pirsa ku " Tu poşmanî ku te Beşar Esed nekuştiye?" de Trump dibêje nexêr poşman nîne dibêje wî dixwest wî karî bike lê Mattis nehiştiye,
Sala 2018 di navbera Trump û Mattis de pirsgirêkj derketin û Trump ji Mattis re gotibû, pêwîst bû sala 2017ê piştî êrîşa kîmyayî ya Sûriyê li bakurê wî welatî û kuştina zarokan û xelkê sivîl, Beşar Esed bi destê Amerîkayê hatiba kuştin.
Lê belê Trump wê demê ew nûçe û zanyarî red kirin û got, mijara kuştina Esed li Koşka Spî nehatiye gotûbêjkirin, lê niha dibêje, behsa mijarê hatiye kirin, lê belê Mattis razî nebûye.
James Mattis di dawiya sala 2018an de dest ji posta wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê berda û aşkere jî kir, ku pirsgirêka wî li gel Donald Trump heye.
Mattis wê demê di nameya îstîfaya xwe de nivîsîbû, niha dema wê yekê ye ku dest ji wê postê berdim, çimku cudahiyek mezin a nêrînan di navbera wan herduyan de ye, bi taybet derbarê Sûriyê û kêşeyên din ên cîhanê û ji Trump re gotibû, wiha baştir e ku kesekî din bikî wezîrê berevaniyê ku nêrînên wî derbarê wan mijaran de ji nêrînên te nêzîk bin.
Rudaw
