• Tuesday, 29 September 2026
logo

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike

Gulan Media August 19, 2026 Nûçe
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê peyamek arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tê de êrîşa bi dronan a li ser nivîsîngeha taybet a Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar kir û piştevaniya welatê xwe bo Serokê Hikûmetê û Herêma Kurdistanê tekez kir.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, peyamek arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û tê de ragihand ku bi nîgeraniyeke kûr agahî li ser êrîşkirina li ser nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmetê li Hewlêrê bi rêya du dronan gihiştiye wî. 

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê her di wê peyama xwe tekez jî kir: "Vê êrîşa neqebûlkirî, ku li ser aramî, tenahî û ewlehiya devera me hatiye kirin, ez bi tundî şermezar dikim."

Guler di pareke din a peyama xwe de hestên xwe yên piştgiriyê rasterast gihandin Mesrûr Barzanî û hêviya derbazbûn û silametiyê bo wî xwest, her wiha ragihand: "Ez dixwazim bînim ziman ku wekî Tirkiye em dê herdem li kêleka dostên xwe bin li dijî wan aliyên ku dixwazin devera me bikişînin nav alozî û arêşeyan."

Yaşar Guler hêvî jî xwest ku li beramberî tevahiya van bûyeran, aştî û ewlehî li deverê bê çespandin û cîranên wan bi awayekî aram berdewamiyê bidin jiyana xwe, li dawiyê jî hêviya saxlemî, serkeftin û xweşiyê bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest.

 

K24

Top