• Saturday, 07 February 2026
logo

Îsraîl û Îmarat jî rêkeftina aştiyê îmze dikin

Gulan Media September 15, 2020 Nûçe
Îsraîl û Îmarat jî rêkeftina aştiyê îmze dikin
Îmarata Erebî û Îsraîl wê bi çavdêriya Serokê Amerîkayê Donald Trump rêkeftina aştiyê îmze bikin.

Roja yekşemê 13.09.2020an Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdulla bin Zayd al Nehyan li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump serana Washingtonê paytexta Amerîkayê kiribû.

Ebdulla bin Zayd û bi nûnertiya xelîfe bin Zaydî Serokê Îmaratê serokatiya şandeke bilind a Îmaratê kir serdana Washingtinê kir. Biryare Ebdulla bin Zayd û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû di bin çavdêriya Donald Trump de rêkeftineke aştiyê vajo bikin.
Tê çaverêkirin îro roja sêşemê 15.09.2020an rêkeftin li Koşka Spî di bin çavdêriya Trump de were vajokirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump aşkere kiribû Behrêyn û Îmarat ligel Îsraîlê gihiştine rêkeftina aştiyê û wê dest bi danûstendinên dîplomatîk bikin.

Basnews
Top