Hejmara qurbaniyên teqîna Efrînê zêde bû
Duhî otombîleke bombekirî li nava bajarê Efrînê teqiya bû û hejmareke welatî hatibûn kuştin û birîndar bûbûn. Di wê derbarê de Wîlayeta Hatayê di daxuyaniyekê de ragihand, di teqînê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn. Piraniya wan sivîl in.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, lêkolîn û lêpirsîn derbarê teqînê de destpê kirine.
Li herêmên Kurdî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin wek Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê her car teqîn tên kirin û xelkê sivîl dibin qurbanî.
K24
