Hadî Amirî: Bila Kazimî hêzên Amerîkî ji Iraqê derxîne!
Serokê tifaqa Feth ya Iraqê, Hadî Amirî ku kesekî nêzîkî Îranê ye û yek ji berpirsên Heşda Şeibî ye jî, li hember wan guhertinên ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di hikûmetê de kiriye, bi tundî nerazîbûn nîşan da.
Hadî Amirî anî ziman ku ew guhertin li ser bingeha mezhebî û partîtiyê ye ji ber wê jî ew wê yekê qebûl nakin.
Amirî da xuyakirin ku ew tenê du tiştan ji Kazimî dixwazin: Hêzên Amerîkî ji Iraqê derxîne û hilbijartineka pak û zelal pêk bîne.
Basnews
