MSD: Diyaloga Kurdî-Kurdî metirsiyê li ser aliyên din nake
Li bajarê Hesekê Rojavayê Kurdiatanê MSDê, furmek bi beşdariya şêx û eşîrên Ereb û kesayetiyên serbixwe lidar xist ku têde 130 kes beşdar bûn. Şandeke Amerîkî jî ku ji 2 kesan pêk tê, di wê forumê de beşdar bû.
MSDê pêkhateyên din piştrast kir ku rêkeftina Kurdî-Kurdî bandoreke xirab li ser çarenivîsa wan nake û tekez kir ku yekrêziya navmala Kurdî beşeke ji sererastkirina mala sûrî ye.
Şêx û serok eşîretan daxwaza başkirin rewşa xelkê û peydakirin xizmet guzariyan kirin.
Berdevekî fermî bi navê Encûmena Qebîleya Cibûr li Sûriyê Turkî Elmendîl got: “Tiştê ku niha tê xwestin, beşdarîkirina rasteqîne ye, û nûneratiyeke rast û dirust be, pirsgirêkeke me ya din heye, kesên me yên girtî bên berdan, lêborîneke giştî , çareserkirina rewşa kampan , çareserkirina rewşa hûndirîn û xizmetguzarî, ev daxwaziyên giştî ne, ji bo tevaya gelin.”
Di wê formê de, ENKSê û çend partiyên din ên dervey wê beşdar nebûn ku ji aliyê MSDê ve hatibûn vexwendin.
Rudaw
