Du bira li nêzîkî Gola Meydankê mirî hatin dîtin
Li gola Meydankê ya Efrînê du bira mirî hatin dîtin.
Cenaz ê Abdo Hemîd Soko (21 salî) û Hisên Hemîd Soko (18 salî) bûn.
Her dû bira roja Înê, 14ê Tebaxa 2026an, winda bûn.
Her du xort dora saet 8:00ê sibê bi motorsîkletê ji gundê Qibarê derketibûn.
Wê demê têkilî bi wan re qut bû , û ev yek bûye sedema lêgerîna cihê wan.
Li gorî malbata wan, bira ker û lal bûn.
Ronahi.tv
