Îro jivanê 60 rojî yê hevfêmkirina Amerîka û Îranê bi dawî dibe
Îro jivanê 60 rojî yê hevfêmkirina navbera Amerîka û Îranê bi dawî dibe, bêyî ku her du alî bigehin lihevkirineka dawiyê, her wiha ti ragihandineke hevpar jî ji bo dirêjkirina wê demê nîne.
Îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, jivanê 60 rojî yê hevfêmkirina hevpar a navbera Amerîka û Îranê bi dawî dibe. Her du alî negehiştine lihevkirineka dawiyê û ti daxuyaniyeke hevpar jî ji bo dirêjkirina wê demê tune ye.
Di 17ê Hezîrana borî de, Waşînton û Tehranê hevfêmkirinek îmza kir, ku bi Hevfêmkirina Îslamabadê' tê naskirin. Armanc ji vê pêngavê çêkirina çarçoveyekê bû ji bo rawestandina rûbirûbûna leşkerî û vekirina dergehê danûstandinan ji bo çareserkirina arêşeyên helawîstî, bi taybetî bernameya atomî, cezayên Amerîkayê û pirsa azadiya keştîvaniyê.
Ew hevfêmkirin ji 14 xalan pêk tê û daxwaz dike ku di dema 60 rojan de her du alî bigehin lihevkirineke dawiyê, ku dibe bi razîbûna her du aliyan ew dem bê dirêjkirin jî. Her çend e îro ev dem bi dawî dibe, lê heta niha ti lihevkirinek nehatiye ragihandin.
Li ser dirêjkirina wê demê, zanyar cuda ne. Ajansên nûçeyan ji zarê çavkaniyeke hikûmî ya Pakistanê belav kir ku Amerîka û Îran bi awayekê destpêkî razî bûne ku wê demê dirêj bikin, bêyî ku li ser dema wê li hev kiribe.
Ji aliyekî din ve, berpirsekî bilind ê Îranê di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Reutersê, hemî rengên danûstandinan ji bo dirêjkirina rawestandina şer red kirin. Wî berpirsî tekez jî kir ku tiştê pêdivî vegeriyana Amerîkayê ye ji bo bicihanîna pabendiyên xwe û danîna xişteyeke demkî ya ron ji bo wê meremê.
K24
