• Monday, 17 August 2026
logo

Mihemed Şiya Sûdanî 80emîn salvegera damezrandina PDKê pîroz dike

Gulan Media August 17, 2026 Nûçe
Mihemed Şiya Sûdanî 80emîn salvegera damezrandina PDKê pîroz dike

 Serokwezîrê berê yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, bi helkefta 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê arasteyî serkirdatî, kadro û cemawerê PDKê kir. Sûdanî di peyama xwe de bal kişand ser dîroka siyasî ya PDKê û rola wê ya di rûbirûbûna dîktatoriyê de, hevdem tekezî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê kir.

Deqê peyama Mihemed Şiya Sûdanî:

"Em pîrozbahiyên xwe yên herî germ û hêviyên serkeftinê pêşkêşî serkirdatî, kadro û cemawerê Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin, bi helkefta 80emîn salvegera damezrandina partiya wan. Bi rêz û pêzanîn ve em bîranîna vî karwanê siyasî dikin ku ev çend dehsal in di dîroka hevdem a Iraqê de xwedî amadehiyeke çalak e.

Ev bîranîn rawestgeheke giring e ji bo bîranîna karwanê tevgera siyasî ya kurdî û wan astengî û qurbaniyên ku dîtine, her wiha rola wê di rûbirûbûna dîktatoriyê û çespandina têgehên hevparî, pirrengî û mafên destûrî de.

Îro em li beramberî qonaxekê ne ku pêdivî bi aqilmendî û berpirsyariyeke zêdetir heye; hevpariya niştimanî, diyalog û serîlêdana bo destûrê, wek stûnên sereke yên parastina Iraqê û bihêzkirina aramiya wê dimînin. Herwiha em tekezî li ser avakirina peywendiyeke xurt a navbera Bexda û Hewlêrê dikin ku li ser bingeha bawerî û berjewendiya hevpar be."

 

K24

Top