• Monday, 28 September 2026
logo

Nûrî Malîkî 80emîn salvegera damezrandina PDKê pîroz kir

Gulan Media August 17, 2026 Nûçe
Nûrî Malîkî 80emîn salvegera damezrandina PDKê pîroz kir

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî, bi helkefta 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê ji Serok Mesûd Barzanî re şand û hêviya serkeftinê ji bo PDKê xwest.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî îro 16ê Tebaxa 2026an, di peyama xwe de wiha got: "Bi helkefta 16ê Tebaxê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî û hemû alîgirên PDKê dikim. Em di vê rojê de dîroka dûr û dirêj a xebat û berxwedana PDKê ya li dijî rêjîma dîktator û wan qurbaniyên mezin ên ku ji bo parastina mafên gelê Kurd dane, bi bîr tînin."

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa her wiha behsa têkoşîna hemû pêkhateyên Iraqê kir û diyar kir ku qurbaniyên gelê Iraqê yên li dijî dîktatoriyê, bûne bingeha avakirina Iraqeke demokratîk û federal. Malîkî destnîşan kir ku divê ev Iraq maf û rûmeta hemû pêkhateyan biparêze.

Derbarê pêşeroja siyasî ya welat de, Nûrî Malîkî tekezî li ser giringiya hevtêgihiştinê kir û got: "Divê bîranîna van rawestgehên dîrokî, bibe handerek ji bo berdewambûna li ser çespandina hevpariya nîştimanî û bihêzkirina yekrêziya Iraqê. Armanca me avakirina dewleteke saziyî ye ku dadperwerî û wekheviyê peyda bike û mafên hemû Iraqiyan biparêze."

 

K24

Top