• Saturday, 07 February 2026
logo

PKKê zarokekî 15 salî yê êzdî revandiye û çekdar kiriye

Gulan Media September 15, 2020 Nûçe
PKKê zarokekî 15 salî yê êzdî revandiye û çekdar kiriye
Dayikeke kurdên êzdî ji Şingalê dibêje PKKê kurê wê yê 15 salî revandiye û çekdar kiriye.

Dayika wî kurê êzdî kurtevîdyoyek belav kiriye û di wê kurtevîdyoyê de dibêje herçend kurê wê nexwestiye here nava PKKê û çend caran ji nava PKKê derketibe jî PKKê kurê wê bi zorê revandiye û şeş meh e haya wê ji kurê wê tuneye.

Dayika wî kurê êzdî herwiha dibêje: “Her çî kur û gêncên kurd li vir hene dibin û wan çekdar dikin û wan dibin li Tirkiyê şer bi wan didin kirin û wan didin kuştin. Daxwazê ji we dikim fişarê bixin ser PKKê bila zarokên me bide me. Navê kurdê min Faris Usman Umer Xidir e, teleon ji kurê min re vedikirin. Kurê min digot ez naçim. Kurê min xwe ji ber wan vedişart. Bi ser wî da çûn û bi zorê re revandin û birin.”

Herwiha dayika wî kurî dibêje dema ew li dijî PKKê derketiye xwepêşandanan PKKê gef lê xwariye û jê re gotiye kurê te bi me re çawa tu dijî me xwepêşandanan dike û dibêje: “PKKê fêl li xelkê êzdî kir. Ew ji bo me nehatibûn mentîqê, ji bo xwe hatibûn.Hatibûn nava malên me bo ku zarokên me ji xwe re bibin. Malên me zeviyên me dibin. Nahêlin ajalên me derkevin çêrê. Ez daxwazê ji hemû êzdiyan dikim fişarê bixin ser dewletan bila kurên min bînin. Kurê min çekdar kirin û ditirsim keça min jî here.”

Basnews
Top