• Saturday, 07 February 2026
logo

Heiko Maas: Em di xema çarenivîsa rizgarbûyên destê DAIŞê de ne

Gulan Media September 15, 2020 Nûçe
Heiko Maas: Em di xema çarenivîsa rizgarbûyên destê DAIŞê de ne
Wezîrê Derve yî Almanyayê di bersiva pirseke Rûdawê ya derbarê hevkarîkirina kesên rizgarbûyî yên ji destê DAIŞê de ku dixwazin dubare vegerin navçeyên xwe, ragihand, “em bi taybet xemê ji vegerandin û dubare xweguncandina wan kesan dixwin ku ji destê DAIŞê reviyane û dixwazin vegerin, tevî ku ew ne karekî hêsan e.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bo yekemîn car piştî wergirtina wê postê, duh Duşemê serdana Almanyayê kir û li Berlînê li gel Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas civiya.

Piştî civînê herdu wezîrên derve di konferanseke rojnamevaniyê de amade bûn.

Di vê konferansa rojnamevanî de peyamnêrê Rûdawê pirsek arasteyê Wezîrê Derve yê Almanya û berprisê dezgeha dîplomasiyê ya kabîneya çarem a Angela Merkel kir û jê pirsî, “we amaje bi seqamgîrbûna wan navçeyan kir ku ji destê DAIŞê rizgar bûne. Plana we çî ye? Hûn dizanin xelkê devera Şingalê û Neynewa heta niha jî li kampên Herêma Kurdistanê dijîn û hinek jî weke koçber hatine vir û beşek ji wan nikarin vegerin navçeyên xwe.”

Heiko Maas, Wezîrê Derve yê Almanyayê di bersiva vê pirsê de ragihand: “Bi taybetî em xemê ji vegerandin û dubare xweguncandina wan kesan dixwin ku ji destê DAIŞê reviyane, ew erkekî asan nîne. Ew girêdayî karkirina li ser tawanên DAIŞê û tenê bi vî awayî ew xelk ji bo vegerê amade ye. Rêkarên me bo jêbirina keresteyên şer e û dubare bikarxistina xizmetên seretayî ku mirov bikarin careke din li wê derê bijîn. Em kar bo perwerdekirina hêzên nêzîk li welatiyan dikin. Herwiha em programên deradîkalîzekirinê bo wan kesên di nav komên nêzîk ji DAIŞê de tên hesibandin, pêşkêş dikin.”

Peyamnêrê Rûdawê herwiha ji Wezîrê Derve yê Iraqê ku kesekî Kurd e, pirsî: “Wezîr Maas got ku ew dê pêdeçûnê bi pêwîstiyên rast û dirist ên Iraqê de bikin, gelo niha pêwîstiyên Iraqê çi ne eger li Almanyayê hebin?”

Fuad Husên, Wezîrê Derve yê Iraqê di bersiva Rûdawê de got: “Pêdawîstiyên cihê hene, yekem di warê emnî de şerkirina li dijî DAIŞê hêj berdewam e û gefa DAIŞê heye. Mijara din peywendî bi enerjiyê heye, mebesta min ji enerjiyê herdu beşên wê ne, di warê petrol û warê elektrîkê de. Di warê petrolê de ji sala bihorî ve me gotûbêjên xwe destpê kirine, lê niha em li ser gotûbêjên xwe berdewam bûn, derbarê çawaniya avakirina saziyên elektrîkê û piştevaniya kompaniyên Almanî di wî warî de.”

Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Husên piştî civînên li gel wezaretên berevanî û geşepêdana aborî yên Almanyayê, dê geşta xwe bo Ewropayê bi serdana bo Burksel û Parîsê bidomîne.

Rudaw
Top