Artêşa Iraqê hinek baregehên ewlehiyê ji Heşdî Şabî wergirtin
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê diyar kirin ku piştî lihevkirinek di navbera her du aliyan de,
artêşê çend baregehên leşkerî yên li herêmên Semawe û Amirliyê ji hêzên Heşdî Şabî wergirtin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê îro ragihandin ku artêşa Iraqê berpirsiyariya çend cihan li parêzgeha Semawe û Amrliyê li parêzgeha Selahedînê girtiye ser xwe.
Her wiha hat gotin, hêzên artêşê piştî lihevkirinek di navbera wan de, berpirsiyariya baregeha ewlehiyê ya hêzên Heşdî Şabî li Bade ya Semawa girtine ser xwe.
Çavkaniyan diyar kirin ku baregehek din a hêzên Heşdî Şeebî li herêma Amirliyê ya parêzgeha Selahedînê hatiye wergirtin.
Ronahi.tv
