Êrişa Îsraîlê li ser Lubnanê: 9 kes mirin û 11 jî birîndar bûn
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA), di êrişa Îsraîlê ya li dijî bajarokên Ensar û Dêr El Zehranî yên başûrê Lubnanê de 9 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.
Ajansê ragihand ku di êrişa li bajarokê Ensarê ya li dijî malekê de, ji malbatekê 3 zarok û 2 jin 7 kes hatin kuştin û li bajarokê Dêr El Zehranî jî 2 kesên din hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku baregehên Hizbullahê kirin hedef.
Serokê hikumeta Lubnanê Newaf Selam êriş şermezar kir û got, qurbaniyên li Ensarê ji wan zarok û jin ne armancên leşkerî ne.
Ronahi.tv
