• Saturday, 07 February 2026
logo

Rojavayê Kurdistanê: Hejmara pêketiyên Coronayê 900 kes derbas kir

Gulan Media September 15, 2020 Nûçe
Rojavayê Kurdistanê: Hejmara pêketiyên Coronayê 900 kes derbas kir
Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, 63 kesên din di 24 demjimêrên bihorî de bi Coronayê ketin û bi vê yekê hejmara pêketiyên vê vîrusê li wê herêmê 900 kes derbas kir û gihîşt 903 kesan.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyeke nivîskî de amarên nû yên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên wê rêveberiyê aşkere kir.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 63 haletên nû yên pêketina bi COVID-19 hatine tomarkirin, ku rêjeya herî zêde li bajarê Hesekê hatiye tomarkirin.

Li gor daxuyaniyê, li Hesekê 29 kes, li Qamişlo 6 kes, li Dêrikê 2 kes, li Amûdê kesek, li Til Temir 3 kes, li Cil Axa kesek, li Reqayê 13 kes, li Tebqa 5, li Kobanî 2 û li kampa Holê jî kesek bi vîrusa COVID-19 ketine.

Bi tomarkirina van haletên nû, hejmara kesên ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Coronayê ketine gihîşt 903 kesan, ku 46 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane û 291 kes jî baş bûne.

Li ser asta Sûriyê jî heta niha li gor amarên fermî 3,576 kes bi Coronayê ketine ku 858 kes ji wan baş bûne û 157 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top