Serok Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê rewşa navçeyê guftûgo dikin
Di hevdîtinê de ku Konsolê nû yê Amerîka li Hewlêr Rob Waller jî amade bû, Balyozê Amerîka li Iraqê silavên taybetî yên Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser dostaniya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li nav navendên girîng ên biryarên Amerîkayê de ciheke xwe yê girîng û taybet heye.
Her wiha eve jî xiste rû ku Amerîka ji bo çareserkirina kêşeyan û bihêzkirina damezraweyên dewleta Iraqê, dixwaze li çarçêweya diyaloga stratejiyê da yarmetiya dostên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê bike. Her di vê civînê de şanda mîhvan tekez li ser berdewamiya hemahengiya welatê wan ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Di beşeke dinaa vê civînê de Serok Barzanî ji bilî tekezkirina li dostaniya di navbera gelê Kurdistan û Amerîkayê de spasî sazî û navendên biryarên Amerîkayê kir ku bi girîngiyê ve temaşa rewş û pêgeha Herêma Kurdistanê dikin û her wiha di erk û karên wî de, hêviya serkeftinê jî ji bo Konsolê nû yê Amerîka xwest.
Rewşa siyasî ya navçeyê û gefên li ber Hikûmeta Iraqê û hilbijartinên nû yên Iraqê û her wiha encamên pejika Korona ya li ser kerta aborî û civakî û derûnî yên civakê mijareke din a vê hevdîtinê bûn.
K24
