Xelkê Şingalê daxwazê ji PKKê dikin zarokên wan vegerînin
Demeke dirêj e xelkê Şingalê dixwazin ji jiyana koçberî û derbideriyê xilas bibin û vegerin ser cihê û warên xwe li Şingalê. Lê dema vedigerin, bi gotina wan, PKK pirsgirêkan ji wan re peyda dike û zarokên wan direvînin.
Malbatên ku zarokên ji aliyê PKKê ve hatine revandin, dixwazê ji hikûmeta Iraqê û rêxistinên mafên mirovan yên taybet bi zarokan dikin, li vê pirsê xwedî derkevin û careke din zarokên wan vegerînin.
Dayikeke êzidî dibêje: Em dengê xwe digihînin cîhanê, rêxistinên mirovî û Netewên Yekgirtî bila bi hawara me rabin. PKKê zarokên me revandine. PKK zarokên me pêşî me nake. Ne telefon û ne name digihin me. Em tiştekî li ser zarokên xwe nizanin. Heger em daxwaza zarokên xwe dikin, PKKê gefê li me dixwe.”
Metirsiya li ser Şingalê heye, ji çend salan ve berdewam e. Îdareya wê qezayê jî hewlên cidî didin, ji bo vê pirsê çareser bikin. Cîgirê Parêzgarê Neynewayê diyar dike, PKKê sedema habûna pirsgirêkan e
Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Sêrwan Rojbe ji K24ê re got: “Hebûna PKKê û hebûna hin hêzên din wek Heşda Şeibî li Şingalê, bûne sedema metirsiyê li ser jiyana xwişk û birayên êzidî da ku venegerin. Herwiha niha îdareyeke ne rewa jî heye. Em wek hikûmeta xwecihî, bi ti awayî pê re serederiyê nakin. Me daxwaz jî ji hikûmeta federalî kiriye, çareseriyekê ji pirsê re bibîne. Lê mixabin heta niha hikûmeta federalî bi dengê me ve nehatiye.”
Şingalî di navbera hêzên cuda û bêdengiya hikûmeta Iraqê de, xwe dibînin ku qurbaniyên yekem û hemû caran jî ziyanê dibînin. Ji ber metirsiya li ser zarokên wan heye, ew nikarin bi dilekî rihet vegerin. Piştî dûrketina 6 salan ji cihê bav û bapîran, piraniya hizra wê yekê dikin, bi vî awayî vegerin û metirsî li ser jiyana wan hebe.
K24
