• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Kerkûkê zilamek bi tohmeta destdirêjî li du keçên xwe hat girtin!

Gulan Media September 14, 2020 Nûçe
Li Kerkûkê zilamek bi tohmeta destdirêjî li du keçên xwe hat girtin!
Li bajarê Kerkûkê, zilamek ji ber ku destdirêjî li du keçên xwe kiribû, hat girtin.

Efserekî polîsê Kerkûkê, ku nexwast navê wî were eşkerekirin, ji BasNewsê re got, duhî li Kerkûkê zilamekî 45 salî hat girtin bi tohmeta destdirêjîkirin li du keçên xwe.

Wî efserî da zanîn, keçên wî zilamî xwastibûn xwe bikujin lê endamên din yên malbatê nehîştibûn. Ji ber wê jî rewşa wan ya derûnî gelekî xirab e.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ew zilam kesekî ereb e û xelkê bajarê Kerkûkê ye. Piştî ku yek ji keçên wî ji destê wî direve û li ba polîs gilî dike, paşê zilam ji aliyê polîs ve tê girtin.

Basnews
Top