• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Efrîn û bakurê rojavayê Sûriyê 52 kes bi Koronayê ketin

Gulan Media September 14, 2020 Nûçe
Li Efrîn û bakurê rojavayê Sûriyê 52 kes bi Koronayê ketin
Li navçeyên di destê opozîsyona Sûriyê de ne, duhê 52 kes wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin destnîşankirin, 6 ji wan li Efrînê ne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gor zanyariyên navendên tendirustiyê yên xwecihê, di 24 demjimêrên bûrî de 52 kes li navçeyên opozîsyonê li bakurê rojavayê Sûriyê bi Koronayê ketine.

Diyar kir, ji wan: 25 kes li Idlibê, 8 kes li bajarê Babê, 7 kes li gundê Tirkman, 6 kes li Çiyayê Seman û 6 kes li bajarê Efrînê ne.

Li gor zanyariyên Rewangehê, heta niha li navçeyên opozîsyona Sûriyê de, 265 haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin û tenê jinekê bi wê vîrûsê canê xwe ji dest daye.

Ev di demekê de, li herêmên rêjîma Sûriyê heta niha hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 3 hezar û 476 kesan, ji wan 150 kesan jî canê xwe ji dest dane. Li navçeyên Rêveberiya Xweser jî hejmara pêketiyên Koronayê gihiştiye 840 kesan, ji wan 46 kesan canê xwe ji dest dane.

K24
Top