• Saturday, 07 February 2026
logo

Serdana Wezîrê Derve yê Îranê bo Ewropayê hat hilweşandin

Gulan Media September 14, 2020 Nûçe
Serdana Wezîrê Derve yê Îranê bo Ewropayê hat hilweşandin
Biryar bû îro Duşemê Wezîrê Derve yê Îranê serdana Ewropayê bike û li gel rayedarên Almanya, Fransa û Brîtanya danûstandinan bike, lê rojnameya Bîld a Almanî ragihandiye, serdana Zerîf hatiye hilweşandin.

Rojnameya Bîld a Almanî roja Yekşemê 13ê Îlonê ragihand, diviyabû Mihemed Cewad Zerîf roja Duşemê serdana Almanyayê bikiriba, lê ew serdan hatiye hilweşandin.

Li gor wê rojnameyê, ew serdan bo awayekê demkî hatiye hilweşandin, lê amaje bi sedema hilweşandina serdanê nekiriye.

Biryar bû Mihemed Cewad Zertfî li gel wezîrên derve yên her sê welatên Ewropî yên beşdar di rêkeftina etomî de, wate Brîtanya, Fransa û Almanyayê hevdîtinan pêk bîne.

Herwiha di bernameya Zerfî de hebû ku serdana Îtalya û Spanyayê jî bike.

Wezîrên derve yên Almanya, Fransa û Brîtanyayê sê roj berî niha derbarê bernameya etomî ya Îranê de bi hev re civiyabûn û biryar bû Wezîrê Derve yê Îranê piştî vê civînê serdana ewropayê bike.

Belavûna nûçeya hilweşandina serdana Wezîrê Derve yê Îranê bo Ewropayê piştî bidarvekirina Werzişvanê Îranî, Nevîd Efkarî tê ku roja Şemiyê tevî hemû nerazîbûnên navxweyî û navdewletî û hewldanên ji bo ragirtina biryara darvekirina wî, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibû îdamkirin.

Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê bi tundî îdamkirina Nevîd Efkarî ji aliyê Îranê ve protesto kirin.

Seroka Komîsyona Werzişê li Parlemantoya Alamnyayê daxwaz ji Komîteya Navdewletî ya Olempîkê kiriye ku Îranê ceza bikinû qedexeyê dane ser werzişa Îranê.

Rudaw
Top