• Saturday, 07 February 2026
logo

Li parêzgeha Afyon ya Tirkiyê karkerekî kurd hat kuştin!

Gulan Media September 14, 2020 Nûçe
Li parêzgeha Afyon ya Tirkiyê karkerekî kurd hat kuştin!
Li parêzgeha Afyon ya Tirkiyê, komek karkerên kurd rastî êrişa çekdarî hatin, karkerek hat kuştin.

Şeva borî li bajarokê Dînar li parêzgeha Afyon ya Tirkiyê, komek karkerên kurd yên Bakûrê Kurdistanê rastî êrişa çekdarî hatin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de karkerê bi navê Ozkan T. (25 salî) hat kuştin û birayê wî Firat û hevalê wî Emrah O. jî birîndar bûn.

Karkarên han hemû xelkê bajarokê Erdîşê yê Wanê bûn.

Basnews
Top