• Friday, 14 August 2026
logo

Dijeterora Kurdistanê: 3 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê hatin xistin

Gulan Media August 14, 2026 Nûçe
Dijeterora Kurdistanê: 3 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê hatin xistin

 Hêzên Hevpeymanan li serê sibeha îro 3 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê pûç kirin û xistin. Dijeterora Kurdistanê ragihand ku di encama xistina wan dronan de, ti zirarên canî çê nebûne.

Dijeterora Kurdistanê li serê sibeha îro Înê, 14ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku li gorî agahiyên wan, îro di navbera seet 2:17 heta 2:25 ên serê sibehê de, hêzên Hevpeymanan li asmanê bajarê Hewlêrê 3 dronên bombekirî berî ku bigihin armancên xwe xisitne.

Di wê daxuyaniyê de hat tekezkirin ku xistina wan her sê dronan li asmanê bajarê Hewêlrê bi temamî bê zirarên canî bi dawî bûye.

Ev jî di demekê de ye ku welatiyên çend tax û gundên derdora Hewlêrê hest bi dengê teqînên bihêz kiriye. Gelek welatiyan jî wine û vîdeoyên dema teqandin û xistina wan dronan li ser torên civakî belav kirine.

Berî çend rojan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de li gel medyayeke erebî bal kişandibû ser van êrişan û dabû zanîn ku ji destpêka aloziyên vê dawiyê yên deverê ve, zêdetirî 1.000 dronan ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine arastekirin.

 

K24

Top