DEM Partî :Em li ser bipêşketinên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê duh bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî da got:
“Me îradeya hevbeş ji bo berdewamkirina bi biryar a pêvajoya çareseriyê careke din piştrastkir.”
Şandeyê ragihand ku wan li gel Erdogan civîneke berhemdar pêk aniye.
Şandeyê bal kişand ser girîngiya yasaya nû ya pêvajoyê û got:
“Em bi Serokkomar Erdogan li ser bipêşketinên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn.
Şandeya Îmraliyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan di civînê de tekezî li ser girîngiya yasayê kiriye. Li gorî şandeyê:
“ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê gelek girîng e ku bi vê yasayê deriyên serdemeke nû vebin.
Şandeyê got ,di hevdîtinê de, îradeya hevbeş ji bo berdewamkirina bi biryar a pêvajoyê hat piştrastkirin.
Em dê ji niha û pê ve jî ji bo ku pêvajo di rêya aştî û demokrasiyê de bi pêş bikeve, di xebatên xwe de berdewam bin.”
Şandeya DEM Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de spasiya hemû partiyên siyasî û beşên civakê kir.
Şandeyê da zanîn ku pêşniyar, rexne û hişyariyên civakê heta niha piştgirî û hêz daye wan.
Ronahi.tv
