• Saturday, 07 February 2026
logo

Çavuşoglu derbarê Rojava de nerazîbûn nîşanî Rûsyayê da

Gulan Media September 14, 2020 Nûçe
Çavuşoglu derbarê Rojava de nerazîbûn nîşanî Rûsyayê da
Wezîrê Derve yê Tirkiyê nerazîbûn nîşanî rêkeftina MSD û Partiya Îradeya Gel a bi navbeynkariya Rûsyayê da û got jî li gor rêkeftina wan a li gel Rûsyayê pêwîst bû YPG ji Til Rifat û Minbicê derbikeve.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di dema beşdarbûna xwe di bernameyeke televîzyoneke Tirkî de, behsa aloziyên li Derya Spî, Ege, helwesta Yunan, Fransa, Amerîka û Rûsyayê kir.

Mevlut Çavuşoglu derbarê vekişandina keştiya Oruç Reîs ji rojhilatê Derya Spî bo Bendera Antalyayê, îddîa kir ku ev ne gav paş de avêtin e.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê amaje bi nexşeya Seville kir ku tê de sînorê avî yê Tirkiyê hatiye diyarkirin û got, divê Yunan wê nexşeyê red bike.

Çavuşoglu got jî Yunan bi piştevaniya Yekîtiya Ewropa (YE) hewl dide xwe nîşan bide û ragihand “Yunan dikare mafên Tirkên Qibrisê garantî bike. Lê heta niha me pêngavek erênî ji aliyê Rum û Yunanê nedîtiye.”

Çavuşoglu dîsa gef li Yunanê xwar û got, “Eger pêşmercên wan hebin, pêşmercên me jî dê hebin. Qezayek çê bibe, Yunan dê zirarê bibîne. Beşdarî civînên serbazî yên teknîk dibin, lê dest ji tevgerên xwe yên li qadê bernadin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got jî ew çaverê nakin ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve li ser vê mijarê cezayek bi ser Tirkiyê de bê sepandin.

Mevlut Çavuşoglu rexne li helwesta Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a li hember Tirkiyê girt û got, Fransa dixwaze di nav YE de roleke sereke werbigire û îddîa kir, “Di siyaseta navxwe de rewşa wî xerab e, derbekarê li Lîbyayê piştevanî lê dikir winda kir, li Sûriyê nebû aktorek sereke. Ev ji ber siyaseta wî ya xelet e.” Çavuşoglu got jî Almanya hewl dide navbeynkariyeke bêalî bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo nîşan da û ragihand ku di gotinê de ji Tirikiyê re dibêjin tu `mafdar î` lê di kiryarê xwedî helwestek din in.

Derbarê helwesta Îmarat û Misirê jî Çavuşoglu got, “Em çend caran bi Îmaratê re civiyan. Lê dijminkariya Tirkiyê dikin. Helwesta Misirê jî li holê ye, di warê îstîxbaretî de peywendî heye.”

Li ser rewşa Lîbyayê û agirbesta li wî welatî jî Çavuşoglu got, “Em piştevaniya agirbestê dikin, lê Hefter agirbestê nas nake, mûşekan diavêje û êriş dike. Divê Fransa li gel Serac jî bicive, agirbesta li ser zemîn ne li gel Tirkiyê, lê di navbera herdu aliyan de ye.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê pêşhatên li Rojava û Sûriyê jî careke din got, “dixwestin dewleteke terorê ava bikin, lê me lîstika wan têk bir” û nerazîbûn nîşanî helwesta Rûsyayê da û got, ew qebûl nakin di navbera Rûsya û YPGê angajmanek hebe.

Li ser rêkeftina Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Îradeya Gel a bi serokatiya Qedrî Cemîl li Moskowê, Çavuşoglu got, “Pêwîst bû li gor rêkeftina me ya di meha Cotmehê de, Rûsya PKK ji Til Rifat û Minbicê derxistiba. Divê Rûsya gav biavêje û navbeynkariya du rêxistinên terorî neke.”

Rudaw
Top