• Saturday, 07 February 2026
logo

ENKS: Nabe nûnerê me ji Desteya Danûstandinan bê dûrxistin

Gulan Media September 14, 2020 Nûçe
ENKS: Nabe nûnerê me ji Desteya Danûstandinan bê dûrxistin
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) daxwaza dûrxistina nûnerê ENKSê ji Desteya Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê dike. ENKS jî dibêje, ev nayê qebûlkirin.

Nûnerekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji K24ê re ragihand, Serokê Îtîlafê Nesir El Herîrî di nameyekê de daxwaz ji Desteya Danûstandinan a opozîsyonê kiriye, nûnerê ENKSê di wê desteyê de Hewas Egîd biguhêre û li şûna wî endamê Îtîlafê Ebdula Fehed destnîşan bike.

Li ser vê babetê Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand, ENKS beşeke bingîn a Îtîlafa opozîsyona Sûriyê ye. Wan nerazîbûna xwe li hember vê pirsê nîşan daye.

Mihemed Îsmaîl got: “Me peyameke nerazîbûnê arasteyî Serokê Îtîlafê Nesir Herîrî kir. Herwiha me wek Desteya Serokatiya ENKSê bi awayê ‘online’ civîneke Desteya Siyasî ya Îtîlafê re kir û me nerazîbûna xwe nîşan da.”

Aşkere kir jî, ENKSê hemû aliyên navdewletî yên pêwendîdar bi nerazîbûna xwe agahdar kirin û got: “Amerîka nameyeke xurt daye Nesir Herîrî û Desteya Danûstandinan ku divê ENKS di Desteya Danûstandinan hebe û bihêz be û dê rola wê di pêşeroja Sûriyê de jî hebe.”

Îsmaîl da zanîn jî, heta niha ev biryar nehatiye rakirin û ne hatiye bicihkirin. Niha danûstandina navbera ENKS, Îtîlaf û aliyên navdewletî de çê dibin. Heger ev biryar bi cih bibe, wê demê dê helwesta ENKSê hebe.

Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê sala 2015an di nava kongreya Riyazê ya opozîsyona Sûriyê de hat damezirandin û çapa wê ya duyem jî sala 2017an li kongreya Riyaz-2 hat destnîşankirin.

Ew deste, çavdêriya proseya danûstandinan a bi serperiştiya Netewên yekgirtî di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê de dibin dike.

K24
Top