Amerîka di 30ê Îlonê de bi temamî ji Iraq û Herêma Kurdistanê vedikişe
Ajansa Associated Press (AP) ragihand, artêşa Amerîkayê amadekariyên xwe yên dawiyê dike da ku roja 30ê Îlonê bi temamî ji Iraqê derkeve. Hat aşkerekirin ku sê hefte ne vekişîna hêz û kelûpelên serbazî ji Hewlêrê dest pê kiriye.
Ajansa nûçeyan a Amerîkî Associated Press (AP), îro 13ê Tebaxa 2026an, li ser zimanê hinek berpirsên Amerîkayê aşkere kir, pêvajoya derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê gihîştiye qonaxa dawî.
Li gorî raporê, Amerîkayê sala par piraniya binkeyên xwe yên li Iraqê vala kiribûn û hêzên xwe biribûn Herêma Kurdistanê. Lê li gorî plana nû, di 30ê Îlona 2026an de dê hemû hêzên Amerîkayê xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bicih bihêlin.
APê li ser zimanê du berpirsên Kurd ragihand, nêzîkî sê hefteyan e pêvajoya veguhastina hêz, çek û kelûpelên serbazî yên Amerîkayê ji Hewlêrê dest pê kiriye. Piştî vekişîna Amerîkayê, Hêzên Pêşmerge û saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê dê bi serê xwe li ser rûbirûbûna paşmayiyên DAIŞê û terorê berdewam bin.
Ev rapor piştî civîna Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper a li Bexdayê hat belavkirin. Her du aliyan li ser bidawîhatina erkê serbazî yê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê li hev kirin.
Serokwezîr Zeydî derbarê vê biryarê de got: "Yekem roja meha Cotmehê dê di dîroka Iraqê de bibe rojeke nû. Iraq dê ji her cure hebûneke serbazî ya biyanî xalî bibe û serweriya nîştimanî ya tam li ser xaka xwe bidest bixe."
Tevî bidawîhatina erkê serbazî, her du aliyan li ser wê yekê li hev kir ku peywendiyên navbera Bexda û Washingtonê di warên aborî, geşepêdan û ewlehiyê de li ser bingeha "rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevbeş" berdewam bikin.
K24
