• Saturday, 07 February 2026
logo

Polîsên Kurd xalên kontrolê yên Kerkûkê kontrol dike

Gulan Media September 14, 2020 Nûçe
Polîsên Kurd xalên kontrolê yên Kerkûkê kontrol dike
20 Îlonê tevahiya xalên han radestî polîsên Kurd tên kirin.
Polîsê federalî ew xalên han vala kiriye.

Li gor zaniyariyên berdest, polîsên federalî yên Îraqê yên ku heta niha xalên kontrol kirinê yên derdorê Kerkûkê kontrol dikir, ew xalên han vala kiriye.

Niha di şûna polîsên federalî de polîsên Kurd ew xalên han yên hatûçûyê bo nava Kerkûk û derketin ji Kerkûkê kontrol dikin.

Hate zanîn ku heşda tirkimanî ya Kerkûkê gef li birêveberê giştî yê polîsê Kerkûkê kiriye ku nabe polîsên tirkiman bo wan xalan veguhêze, lewre birêveberê giştî yê polîsê Kerkûkê tenê polîsên Kurd vediguhêze bo wan xalan.

Biryare roja 20 Îlonê ew xalên han bi temamî radestî polîsên Kurd werin kirin.

Rudaw
Top