• Thursday, 13 August 2026
logo

Ekrem Îmamoglu ji CHP’ê îstifa kir

Gulan Media August 13, 2026 Nûçe
Ekrem Îmamoglu ji CHP’ê îstifa kir

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu xwe ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kir.
Ekrem Îmamogluyê ku ji erkê xwe hatiye dûrxistin ragihand ku wî ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kiriye.

Îmamoglu di peymana ku belav kir got, ez ji endamtiya xwe ya Partiya Gel a Komarî ya 17 salan îstifa dikim.

Ev biryar, encama wan nirxan e ku ez ji bo paşeroja welatê me pê bawer im .

Her wekî encama wê berpirsyariyê ye ku ez li hemberî miletê me hildigirim.

Ez spasiya hemû rêhevalên xwe dikim ku me heta îro bi hev re ked daye û em mil bi mil meşiyane.

Îro em ji bo ku paşeroja Tirkiyeyê ya bihêztir, demokratîktir û bi hêvîtir bi hev re ava bikin rêyeke NÛ vedikin.

Ez we vedixwînim ku hûn bibin beşek ji vê meşê, em hêviyê bi hev re mezin bikin û paşerojê bi hev re ava bikin.”

 

Ronahi.tv

Top